Bircabelek SON DAKİKA HABER haber, haberler, bircabelek, dünyadan haber, sondakika,

  • Şanlıurfa
    °C
  • Siverek
    °C

  • °C

Aram Tîgran li Amedê hate........../

Stranbêjê navdar Aram Tîgran di salvegera mirina xwe de li Amedê bi konserekê hate bibîranîn. Di konserê de stranên Tîgran hatin gotin, komkujiya li Rojava hate şermezarkirin û daxwaza vekirina derî hate kirin.... Konservatu
2013-08-12, 01:18:24
Okunma: 245
0 Yorum
Aram Tîgran li Amedê hate........../

Aram Tîgran li Amedê hate bibîranîn
11/8/2013 
Stranbêjê navdar Aram Tîgran di salvegera mirina xwe de li Amedê bi konserekê hate bibîranîn. Di konserê de stranên Tîgran hatin gotin, komkujiya li Rojava hate şermezarkirin û daxwaza vekirina derî hate kirin....
Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Komeleya Hunerê ya Firat û Dîcleyê û Akademiya Cegerxwîn bi hev re li Amfî Tiyatroya Sumerparka Amedê bîranîna Aram Tîgran li dar xist. Aram Tîgranê ku wek “bilbilê Rojhilata Navîn” hate bivakirin di salvegera koça xwe ya 4ê de ji aliyê hezkiriyên xwe ve nehate jibîrkirin.
Stranbêjên saziyên navhatî di şeva bibîranînê de bi stranên Aram Tîgran ew bi bîr anî.
Ligel bi sedan kesî, parlamentera Amedê ya BDPê Nursel Aydogan, Hevseroka BDPa Amedê Zubeyde Zumrut, Serokê Beşa Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin Muharrem Cebe û hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di vê şevê de amade bûn.  
Piştî wê parlamenter Nursel Aydogan di axaftina xwe de aşkere kir ku malbata Aram Tîgran Ermen e û kurdan ew ji mirinê rizgar kiriye ji ber wê, tim minetdariya xwe dianî ziman. Aydogan, bi bîr xist ku Aram Tîgran li gel kurdî, bi tirkî, erebî û ermenî stran digotin û lewma jî nasnavê “Bilbilê Rojhilata Navîn” li Tîgran kir. Aydogan bal kişand ser şoreşa Rojava û bi bîr xist ku Aram Tîgran di heman demê xelkê Rojava bû û got, “Ez di şexsê Aramî de gelê Rojava silav dikim.”  
Beşdarên bîranîna Aram Tîgran li ber stranên Tîgran ên li ser devê stranbêjan NÇMê demeke xweş derbas kirin, bi tîlîlîyan beşdarî ahengê bûn. 

PUKmedia/Malpera şaredariya Amedê
 

HABER İLE İLGİLİ
Henüz yorum yok, ilk yorumu siz yapın.
YAZARLAR
EN ÇOK YORUMLANANLAR
ARŞİV
ANKET

Site Haritasİ RSS Beslemeleri